Du Demsala Diljen Ronî
Du Demsala Diljen Ronî
HAWARABOTAN/ DILJEN RONÎ
– Diljen Ronî kî ye, xwe çawa bi nav dike?
-Ez di sala 1981 li Cizîrê hatime dinê. Em ji malbata Bedirxaniyan tên. Di sala 1992 yê de malbata me koçî Dîyarbekir kir. Pişti vê koçberiyê rêwîtiya bajarê mezin û xwendin û xerîbî di nav hestên min de bişêwirîn. Di sala 1995 ê ez ji bo na fêrî tembûr ê bibim û pêşveçûna hestên kurdayetiyê û xwedî derketina ziman, çand û hunera kurdî ez di çûm Navenda Çanda Mezopotamya yê ya li Amed ê. Piştî çend salan ji bo xwendina tip ê di sala 1998 ê ez çum fakulteya zanîngeha Yuzuncu yil ê. Di demê zaningehê de jî hinek komên muzîkê re ez dixebitîm ev xebat ji min re bû bingehek û rêwitiya helbestan vekir. Piştî salên zaningehê li welatê xwe min dest bi bijîjkiyê kir. Di van salan de jî helbestê xwe kom kir û sala 2008 ê albuma xwe ya yeqemin “Çend gotinên evînê…” derxist. Piştî vê albumê kar û xebatên min yê muzîkê dom kir. Di sala 2012 yê de ji albuma xwe ya duyemin ya bi navê “Du demsal” derxist.
– Diljen Ronî ji kengî ve û çawa dest û dil û ziman û ramanê xwe avêtiye mûzîkê?
– Ez 12 salî bum min dest bi fêr buna temburê kir. Lê belê di demên dîyarbekir û Van ê hestên xwe çêtir dirijand li ser newayan û gotinan…
– We di albûma xwe ya dawî ya bi navê ‘du demsal’ de çend helbestên klasîk ên mîna Baba Tahirê Uryan û Melayê Cizîrî kirine beste. Diljen Ronî wê ji wêjeya Kurdî klasîk bestekirinên bi vî rengî bidomîne? Her wiha te ji wêjeya Kurdî ya nûjen jî sûd wergirtiye û cih daye helbesteke Arjen Arî jî. Tu têkiliya dikarî têkiliya wêje û mûzîkê çawa binirxînî, ev têkilî ji bo mûzîka Kurdî çi ye, divê çi be?
– Armanca min ji bo afirandina muzîka kurdî, pêşveçûna edebiyat û huner a kurdî û xwedî derketin lê belê bi awayekî profesyonel û bigeheke tejî û qelîte ye. ji ber vê yeqê jî di berhemên min de wê bingeheke edebî û klasîk herdem hebin.
Hunermend gerek xwe nas bike û hestên xwe bi palandina wêjeya kurdî de derbast bike û bigijîne guhdarvanên xwe.
Arjen Arî niviskarek cûda ye û helbestên wî de ez xwe dibînim û rê li ber hestên min ve dike. Û di wêjaya kurdî ya nujen de rêyeke nu vekiriye.
Herdem hun jî dizanin afirandina sitran ne tenê melodî ye. Gotinên sitranan rê dide newayan û wê berhemê digihijîne astekê.
– Weke ku tê xuyakirin Mihemed şêxo û Miradê Kinê bo giyan û hunera te zeviyeke bibereket in. Û bi rehetî tê xuyakirin ku te ji vê zeviyê sûda xwe girtiye? Bo çi bêhtir ev her du kes? Ji bilî van kî hene?
– Mihemed Şêxo di muzîka kurdî de degeke pir cuda ye û dengek nemir e. Di bingeha muzîka kurdî rolek mezin dileyzîne û tesîrek mezin li ser hunermendên kurdên ciwan kiriye. Yek ji wan jî ez im. Miradê Kinê jî mîrê kemençeyê ye û ew jî rengek pir cûda ye. Gelek berhemên wî dibe bingeha muzîka kurdî ya modern. Wek min du stranên wî albuma xwe ya “Çend gotinên evînê…” de kar anîye û bi bingeheke modern li hev hatiye.
Ji bilî van M. Arif Cizrawî, Hesen Cizrawî û muzîka modern de jî Ciwan Haco…
– Yên ku deng û awazê te dişibînin hunermendekî din hene? An jî tu di mûzîka Kurdî de kîjan hunermendî nêzî stîla xwe dibînî?
– muzîka cihanê ya modern rê ji min re vekiriye hem ji bo helbest hem jî newayan. Ez di muzîka kurdî de rengek nu diafirînim. Di vê rengê de serpêhatiyên xwe bi aliyê melodiyan û gotinan didim nîşan. Di jiyana min de gelek tişt derbast bune carna ez cizîrê me carna jî derve yê Cizîrê me. Ji ber vê yeqê dema M. Arif Cizrawî dibê je Ay delal… tesîreke mezîn li ser min çêdibe lê belê aliyek din jî muzîka modern û hestên bajarî…
– Li gorî Diljen Ronî bi tevahî huner, bi taybetî jî mûzîk bi kêrî çi tê, di cebirandina êş û kulan de, di geşkirina çandê de û ji bo Kurdan çi îfade dike?
– Huner xebateke zor e û jê re hest pêwistin. Huner girêdayê hest û serpêhatina ne. Wek mîsal kurd ew qas êş û kul derbast nekirina ba, di helbestên kurdî de jî ew qas jan, êş û kul wê nebana.
– Têsîra mûzîka Kurdî ya gelerî di seranserê stran û besteyên te de xwe dide der. Her wiha te di her du albûmên xwe de jî gelek cih daye stranên gelerî. Weke ku tê zanîn ji ber bikaranîna zêde ya stran û kilamên gelerî gelek hunermendên Kurd sist û bêxîret bûn, nema karîn hilberînin û biafirînin. Vê yekê bandoreke gelekî neyînî li ser mûzîka me kir. Gelek kes dibêjin sebebeke xetimandina mûzîka Kurdî jî ev yeka henê ye. Tu derheqê vê yekê de çawa difikirî? Di vê qonaxê de divê hunermendên Kurd çi bikin?
– Dinav her du albumên minde stranên gelêrî gelek tuneye. Albuma min na “Du demsal” ê 11 stran hene û dinav van sitranan de tenê 3 stran gelêrîne. Min xwest ku ez du stranên botan bibêjim, ji ber ku zarokatiya min pê van sitranan derbast buye. Ew herdu berhem jî dinav muzîka kurdî ya giştî gelek cih negirtine. 8 sitranan de jî nihek gotin û bitevayî muzîk aîdê min nin yanî albumeke taybet û cûda ye. Albuma min a yeqem de jî ev tişt hebun. Armanca min ya çêkirina albumê jî ji xwe ev e. Divê album bi giştî hem gotin hem jî muzîk aîdê min bin. Yanî armanca min ji bo sitranên gelêrî jî ev e û divê sitranên hê ne hatin naskirin hê giştî muzîka kurdî de cih negirtîn be. Ez wan stranan dihilbijêrim û bi şîroveyeke nû didim nasandin bi teybetî ji bo ciwanan. Û gerek armanca hunermendê kurd jî ji bo sitranên gelêrî ev be. Stranek cend caran tên xwendîn û di naveroka çend albumande cih digre ji muzîka kurdî re ev dibe sebeba xetimiyê û wekilandin ê.
* Gelek caran dema mirov bala xwe dide mûzîsyenên nû senteza mûzîka Kurdî ya gelerî û ya rojavayî çêdikin. Lê belê gelek caran ev sentez bi serkeftî nabin. Ango bingeha stranên gelerî û ya rojavayî jev nagirin an jî hunermen wan her du rengan baş nikarin têkelî hev bikin. Stran piranî caran wekî pîneyan çêdibe. Heke Dijen Ronî ji xwe bipirse, ew senteza mûzîka Kurdî û ya rojavayî çi qasî digihîne hev?
* Ez bawerim ku gelek stran li hev tên, tenê hest û bingeha muzîka rojavayî hebe bes e. Eger ew hest û bingeh ne be bes tenê ji bo helbesteke bi muzîka rojavayî biafirine hingê li hevnayê û wek pîne çêbe. Sedemeke din jî divê aranjeye ke jî baş bike. ji bo vê mijar ê di rola aranjor jî pir mezin e.
* Armanca min danasîna muzîka kurdî ya modern e, ji ber vê yeqê ez çi bêjim çi nebêjim jî dîsa guhdervanên min wê puanê bidin muzîka min û li hevhatina afirandina
– Astengiyên civakî ji bo hin miletan di warê mûzîkê de gelek berhemên mezin derdixe. Bo nimûne reşikan di sedsala bîstan de gelek zilm û zorî dît. Lê belê di vê sedsala navborî de, wan ew êşên xwe ji xwe re xistin mijar û amûr û di mûzîkê de terzên weke jazz, blues, rock, reggae, soul, Country hwd bi awayekî gelekî serkeftî afirandin û van terzan mohra xwe li dîroka mûzîkê xist û wan bi vê yekê mûzîka xwe û ya gerdûnî ber bi asteke bilind ve birin. Em li vir bên ser Kurdan. Me jî weke neteweyeke bindest di vê sedsalê de gelek astengî kul û keser kişandin û hêj jî em dikişînin. Bi gotineke din serborî û qedera me dişibe ya reşikan. Di vê çarçoveyê de Kurdan di warê hunerê de nemaze jî di warê mûzîkê de çi qasî kariye ji van serboriyên xwe yên neyînî tiştine erênî derxin? Ango ev êşên ku ji bo gelên din dibin haveyn, bo Kurdan jî derbasdar e. Kurdan bi heman awayî kariye mûzîka xwe ber bi asteke wisa bilind ve bibin. An jî dikarîbûn?
– belê ev tişt gelek rast e. Lê belê çend caran em xwe nahêlin muzîka me pêşvebiçe. Gelek caran hêdî em pêşî hunermendên xwe digirin. Huner hinek jêre azadî pêwiste. Azadî ya ziman, naverok û tarz. Mîsal hêdî ciwanên kurd gelek cara guhdarî muzîkên tirkî û yên bîyanî dikin. Sedema vê em in. Em muzîkê modern ya kurdî li ser televizyonan nabînin gelek caran muzîkê arabesk dibînin. gelek caran tarzên cuda em nabînin. Wek hipop, wek rock, caz… Min albuma xwe ya “Du demsal” ê de tarzên cûda afirandiye wek reggae, slov rock, pop caz, rock… heta ji destê min tê ez wan stranan didim nasîn… Ji bo nasandin û afirandina tarzên cuda çi ji destê min bê jî ezê bikim.
– Di mûzîka gerdûnî de Diljen kî bêhtir dişopîne û diheside kê?
Ciwan Haco, Santana, Leonard Cohen, Bryan Adams, System of a Down hwd..
– Çi ji mûzîka Kurdî kêm e. Anku divê çi tiştên din ji bo me bên ceribandin û hunandin?
– Azadî kême. Divê huner azad be. Divê wek berê her hunermendekî kurd xwe bigihijîni gel û pêjveçûna muzîkê wan jî bide guhdarkirin. Ji bo vê jî gerek rê li ber hunermendan negirin. Lê çikas huner bê astengkirin jî hunera baş wê cih bigre û tu kes nikari pêşiya wê bigre.
– Heke Diljen Ronî di warê hunerê de mûzîk hilnebijarta dê çi hilbijarta û çima, ji bilî mûzîkê di kîjan warên hunerî de xebat an jî hobiyên wî hene?
-Ez li ser edebîyata kurdî jî dixebitîm. Li ser teknolojîyê, pc, û wênesazî…
– Xebat û hewldanên te yên siberojê çi ne? Dê Diljen Ronî li ser vê şopa xwe dewam bike, an? Pêşniyarên te ji bo mûzîkhez û guhdaran hene?
– Xebatên min wê berdewam bikin. Û ez albumeke din çêkîm wê bi tevahî muzîka modern be. Ez ji bo muzîkhezan dibêjim xwedî hunera xwe derbikevin bixwazin, guhdarî bikin û parvebikin ji ber ku muzîk bi zimanê zigmakî xweştir e. Ji bo nasandina ziman jî muzîk gelek girîng e. Helbeste ke baş, wê bibe sebeba pêşveçûn û parvekirin û danasîna ziman.
-Di herêma Botan de yekem car kovareke xwerû bi Kurdî ya bi navê ‘Hawara Botan’ dest bi weşana xwe kir? Bi nêrîneke rewşenbîrî divê di warê hunerê de çiyên din bêne kirin da ku herême me ber bi asteke baştir ve biçe?
– Ez serkeftin dixwazim ji bo xebatên we re. Ji bilî her tiştî Botan heremeke cuda ye û çandî û dîrokî ye. Hun jî dizanin dema Celadet Alî Bedirxan kovara yeqem ya Hawar ê de digot; “Hawar dengê zanînêye, zanîn xwenasîne, xwenasîn ji mere riya felat û xweşiyê vedike. Hawara me berê her tiştî heyîna zimanê me dê bide naskirin lewma ku ziman şerta heyînê ya pêşîn e…” li ser vê rêyê ez bawerim hunê bên asteki baştir.