DI MUZÎKA KURDÎ DE DENGEKÎ NÛ: DILJEN RONÎ

DI MUZÎKA KURDÎ DE DENGEKÎ NÛ: DILJEN RONÎ

AZADİYEWELAT/ AYDIN ORAK/ STENBOL/ DILJEN RONÎ

Di muzîka kurdî de dengekî nû Diljen Ronî yekem

bi albuma xwe ya solo ya bi navê ‘Çend Gotinên

Evînê’ gihîşte muzîkhezan. Di albumê de tazrên

muzîkê yên wekî slov, rock û caz cih digirin.

Album ji 10 stranan pêk tê. Di albumê de hest,

xemgînî serdest e û di albumê de heta niha dengê

dengbêjên ku nehatine bihîstin wekî vokal cih

girtine. Stranên ku di albumê de cih digirin piraniya

wan ên Diljen in û ew vê yekê wekî hûrbûna

hestiyariyê binav dike.

TARZÊN CUDA

Diljen Ronî anî ziman ku di her peyveke stranan de

hestên jiyana rastîn hene. Her wiha Diljen Ronî di

albumê de cih daye 2 stranên dengbêjê kurd

Miradê Kinê. Di albumê de Miradê Kinê bi qeyda

kevn ve strana bi navê ‘Navê Keçikê Heyat e’ wekî

tarza hiphopê dibêje. Hunermend destnîşan kir ku

di muzîka kurdî de ji berê ve tarza muzîka hip hopê

tê bikaranîn. Her wiha hunermend strana Miradê

Kinê ya bi navê ‘Awirên Esmerê’ bi tarze pop cazzê

şîrove kiriye.

Diljen Ronî anî ziman ku di derxistina albumê de

zehmetî kişandiye û wiha got: “Ev album ji bo min

xebata yekemîn bû ji ber wê bê tecrube bûm. Lê

derhênerê min Seyîthan Kizil û produktorê min

Cem Yilmaz û Gul Oz gelek alîkarî dan min û li

hember wan zehmetiyan bi ser ketim. Di warê wêne, grafîk û helbestan de gelek hevalan

alîkarî dan min.” Hunemend ji ber wan zehmetiyan ji derxistina albumê bextewar e.

‘DENBÊJÎ GIRÎNG E’

Hunermend bilêv kir ku di muzîka kurdî de dengbêjî xwedî cihekî girîng e. Diljen Ronî di

albuma xwe de cih daye du stranên Miradê Kinê û der barê Kinê de wiha got: “Miradê

Kinê di kevneşopiya muzîka kurdî de xwedî cihekî girîng e. Bi ribab û hunera xwe di

muzîka nûjen a kurdî de wekî çavkaniyekê ye. Ez herî zêde di bin bandora hunera

şayesandina Miradê Kinê de mam. Kinê mîrê dengbêjiya ribabê ye.”

Diljen Ronî diyar kir ku heta niha bi konseran derneketiye pêşberî gel lê dixwaze di

peşerojê de konseran li dar bixe û derkeve pêşberî gel. Her wiha hunermend bi wêje û

çand û hunera Botanê û malbata Bedirxanan û dengbêjiyê xebatên xwe dimeşîne.

DILJEN RONÎ KÎ YE?

Diljen Ronî di sala 1981’ê de li Cizîrê ji dayik bûye. Xwendina xwe li Cizîrê qedandiye. Di

zarokatiya xwe de bi muzîkê re eleqedar bûye. Yekem car di 12 saliya xwe de bi dest

tembûrê kiriye. Piştî demekê malbata wî koçî Amedê dike û perwerdeha xwe ya

dibistanê li vir dewam dike. Hin demên cuda li NÇM’ê beşdarî dersên perwerdehê yên

muzîkê dibe. Piştî ku dest bi xwendina tipê dike li vir bêtir xebatên xwe yên muzîkê

didomîne. Bi derfetên biçûk ve li malê studyoyeke biçûk çêdike û demoyan derdixe. Piştî

demekê stranên dengbêjan li gorî muzîka îro şirove dike û albuma xwe ya dawî wiha

derdixe. Ronî hê jî bijîşkiyê dike.

ANF