Diljen Ronî bi albuma ‘Du Demsal’ tê

Diljen Ronî bi albuma ‘Du Demsal’ tê

RUDAW/ DILJEN RONÎ

Amed/ Diljen Ronî ku bi albûma xwe ya yekem bi awayekî jixwebawer tevî senfoniya Muzîka Kurdî bûbû, niha jî bi albûma xwe ya solo ya duyem yanî bi ‘Du Demsal’ ku ji aliyê Anadolu Muzîkê ve derdikeve û digihe ber destên muzîkhezan. Vê albûmê hem cih daye newayên muzîka klasîk a kurdî û şêweyên weke muzîka etnîk, slov rock, caz, reggae, hem jî bi şêwaz û dengekî cuda derdikeve ser dika ecibandina guhdêran.

Diljen Ronî, bi albûma xwe ya solo ya duyem ‘Du Demsal’ ku ji aliyê Anadolu Muzîkê ve derdikeve û digihe ber destên muzîkhezan. Taybetmendiyeke herî mezin a vê albûmê ku hîmê wê li ser berfirehbûn û dewlemendiya berhemên di vê albûmê de ne. Weke mînak vê albûmê cih daye helbesta “Dîlberê Îro Seher” a şairê nemir Melayê Cizîri ku serkêşê wêjeya klasîk a kurdî ye û herwiha Fîlozofê Alman Goethe ew wisa daye nasandin, “Herin evînê ji wî bipirsin”. Vê albûmê cih daye helbesta “Tu yî” ya Baba Tahirê Uryan ku ew serkêşekî hêrî hêja yê wêjaya klasîk a kurdî ya nivîskî ye û herwiha wî bi saya nêrîna xwe ya fîlozofî, îmge, têgihiştina xwe ya kûr a bêsînor a li ser xwezayê gelek bandor li ser helbestvanên weke Omer Heyyam, Yûnis Emre, Mevlana Celaleddinê Rumî, Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî û Ehmedê Xaniyê ku di pey wî re hatine, hiştiye.

Herwiha Diljen Ronî di vê albûmê de cih daye helbesta “Berî Her Zarokî” ya Arjen Arî ku ew helbestvanekî hosta yê wêjaya kurdî yê dema dawî ye. Û ev helbest 21 ê Sermawêza sala 2004 an li ser Uğur Kaymazê 12 salî ku li navçeya Qosera Mêrdînê bi bavê xwe re hatibû kuştin hatiye nivîsandin. Di heman demê de ev albûm du berhemên herêma Botan ku kaniya stranên muzîka kurdî ye jî digre nava xwe, ev yek jî derdixe holê ku hunermend bi xwe li vir ji dayîk bûye û li vir mezin bûye.

Ev albûm şîfreyên peyvên evînê yên helbestvanên kurd ên berê û yên niha li newayan bar dike û bi hîmê xwe yê nûjen û şêwaza cuda balê dikîşîne ser xwe.

Hunermend gelek helbestên di vê albûmê de wî bi xwe afirandine û hunera xwe ya li ser nivîsandina helbestan jî pêşkêşî me dike ku herwisa wî şêweya regae jî di muzîka kurdî de ceribandiye.

Derheneriya albûmê, bi taybetî aranjoriya berhemên rock û reggae muzîkjenê navdar Ayhan Orhuntaş û Seyithan Kizil ê ku di albûma yekem de jî îmzeya wî hebû kiriye. Bergsazî û grafîka dîtbarî ya albûmê jî wênekêşa fransî Julie Bardoux kiriye.

Albûma bi navê “Du Demsal” bi îmzeya Anadolû Muzîkê derketiye.