Diljen Ronî: Botan, deryaya dîrok, çand, huner, wêje û evîniyê ye…

Diljen Ronî: Botan, deryaya dîrok, çand, huner, wêje û evîniyê ye…

SİİRT’TEN ÖTE/ S. ESEN/ DILJEN RONÎ

Piştî ku heftiya bihorî Diljen Ronî u Mehmet Atlı li Sêrtê zaningehê de qonserek bi coş dayîn nivîskarê me Selamî Esen, bi Diljen Ronî re hevpeyvinek çêkir. Diljen Ronî, pirsên Esen pir dilgermî bersivand u li ser albuma wî a bi navê “Di demsal” sekinî. Di hevpeyvînê de ji bilî dewlemndî u pirsgirekê giştî yê muzika Kurdî Diljen Ronî, di naca muzikê di jîyana xwe u ramanê xwe jî anî ziman. Fermo, jibo hevpeyvîna Selamî Esen û Diljen Ronî…

S.ESEN: Kekê Diljen em serî de albuma te ya nû derketî pîroz dikin. Belê, xwendekarên me ez bawer im ku te nas dikin lê dîsa jî em bipirsin, Diljen Ronî kî ye?

DILJEN RONÎ: Zor spas. Ez sala 1981’an de li Cizîra Botan ji dayîk bûm. Em bi eslê xwe ji Malbata Bedirxaniyan in. Jiyana min ya zarokatiyê li Cizîrê derbas bû. Hevaletiya min û mûzîkê hêj ez 12 salî bûm dest pê kir. Min hewldan kir ku ez fêrî tembûrê bibim. Sala 1992 û ‘93 yan de ez bi tevahî malbata xwe re çûm li Diyarbekirê û em li wir bicîh bûn. Min wê demê dest bi xebata xwe ya mûzîkê kir û ji bo têketina zanîngehê jî min dest bi xebata ezmûnan kir. Min gelek dixwest ku ez bibim bijîjk. Di sala 1998’an de min Zankoya Tipê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê qezenc kir. Di salên ku zanîngehê derbasbûyî de ji min re riya deryaya helbestan vebû. 2008’ê de jî min albuma xwe ya yekem ya bi navê “Çend Gotinên Evînê…” derxist. Ez bawer im ew album hat astekê; ji ber vê yekê pêwistiya albumeke din çêbû. Dîsa 2012’an de albuma min ya bi navê “Du Demsal” derket. Ez a niha jî xebatên xwe yên bijîjkî û yên mûzîkê didomînim.

S.ESEN: Xebata te ya mûzîkê amatorî û profesyonelî kîjan deman de pêk hat?

DILJEN RONÎ: Hêj ez 12 salî, min dest bi mûzîkê kir ango amatorî. Lêbelê bi awayekî profesyonel demên zanîngehê de pêk hat.

S.ESEN: Em niha vê dibêjin: di nav hunerên kurdî de mûzîk cihekê pir girîng girtiye. Ji bo ku mûzîka kurd gelekê kevnar e. Ev jî berhema dengbêjan e. Wateya dengêjan ji bo te çî ye?

DILJEN RONÎ: Serpêhatiyên kurdan, dîrok, evîn, şer û şahiyên kurdan bi riya dengê wan hatiye heta îro. Zimanê kurdî, birînên xwe pê dengê dengbêjan derman kiriye û hov nebûye. Ji xeynî wê jî, dengbêjî bûye sedema xwenasînê. Îro dengbêjî, di mûzîka kurdî ya klasîk û ya modern de bingeheke mezin û girîng e.

S.ESEN: Stranbêjî û mûzîkjenî welatê bandoriyê ye. Zêdetirîn Diljen Ronî li bin bandora kîjan hunermendan de mayî?

DILJEN RONÎ: Ciwan Haco, Mihemed Arif Cizrawî, Mihemed Şêxo, Miradê Kinê, Leonard Cohen, System of a Down, Bryan Adams hwd…

S.ESEN: Sala 2009’an de, te “Çend Gotinên Evînê” stirand. Ev albuma te ya yekem bû. Zêdetirîn gotin û mûzîk yên te ne. Derheqê albûmê de tu dikarî çi ji me re parvebikî?

DILJEN RONÎ: Albuma “Çend Gotinên Evînê” ji min re riya behra mûzîkê vekir. Yekem bû, nû bû… Bi heyecan bû. Min xwest ku stranan de zêdetir mûzîk û gotin yên min bin. Pêwîst bû ku hestên min cih bigre û ez pê wan hest û newayan xwe bidim naskirin. Ango cuda be…

S.ESEN: Birastî ev tiştekê pir zor e. Lê te bi gotin û mûzîka xwe di nava mûzîka kurdî de da naskirin. Ji ber vê em te pîroz dikin… Beriya du mehan ”Du Demsal” di nava mûzîka kurd de deng veda. Çima navê albûmê “Du Demsal” e?

DILJEN RONÎ: Ji ber ku di naveroka albumê de du demên evînê hene. Yek “zivistan” e; ya din jî “havîn” e. Di binxeta evindariyê de herdu demsal jî hene. Zivistan, nûnerê tenêtiyê ye, jan e, êş û derdan çêdike. Di havînê de jî xweşî, rehetî, rûgeşî heye. Ev album herdu demsalên dilê min in.

S.ESEN: “Êş û şahî bi hev re”, birastî ev nasnameyeke kurd e jî. “Du Demsal”ê de tu hinekê li ser edebiyatê de çûyî. Weke Arjen Arî, Baba Tahirê Uryanî, Melayê Cizîrî… Edebiyat û mûzîk çawa hev hildikişînin?

DILJEN RONÎ: Ez dinêrim ku huner divê çawa be? An jî mirov çawa xwe bide nasîn? Rengê dila, bi çi awayî were parvekirin wê rast be û ji dil be jî. Jiyana min de Melayê Cizîrî û Baba Tahirê Uryanî roleke mezin lîstine. Hem ji bo hestên min; hem jî ji bo pêşveçûyîna şexsiyeta min. Wekî din herêma Botan, bi taybetî Cizîr… Ji ber van sedeman min xwest ku ez rengê jiyana xwe û rengê edebiyata kurdî bi mûzîka xwe ve bidim nasîn. Melayê Cizîrî û Baba Tahirê Uryan, ji bo me Kurdan xelateke pir mezin in.

Arjen Arî bi nivîsên xwe ve li ser min bûbû tesîreke mezin. Min xwest ku ez li ser Oxirê Qoserî (Ugur Kaymaz) stranekê çêkim. Dema ku min wêneyên Oxirok didît, zarokatiya min dihat li ber çavên min. Helbesta Arjen Arî ya bi navê “Berî Her Zarokî”, min stirand û di naveroka albumê de cihê xwe girt.

S.ESEN: Edebiyat xurt be; wê mûzîk xurttir bibe an?

DILJEN RONÎ: Belê rast e! Lêbelê ne şert e. Ji ber ku carna hinek gotinên hêsan jî bi riya newayan xurt dibe. Edebiyat xurt be û bênderkirina bi melodiyên cihêreng re wê mûzîk jî serkeftî be. Wespa mûzîka kurdî wê pê xurttir bibe.

S.ESEN: Stranên herêma Botan te bi enstrumanên nûjen ve daye nasîn. Çima Botan?

DILJEN RONÎ: Ji ber ku zarokatiya min wê derê derbas bûye û ji bo helbestan jî Botan heremeke girîng, bingeheke dewlemend û arşîveke bêdawî ye. Mînak, xebatên Malbata Bedirxaniyan bûye dîrok, bûye çand, bûye huner. Heta îro jî roleke mezin lîstiye û dileyîze jî. Wekî Mîr Celadet Alî Bedirxan û birayê wî Kamiran Alî Bedirxan, bavê wan Emîn Alî Bedirxan… Ew di bin xizmeta çand, huner û zimanê kurdî de mane. Û gelek berhem afirandine û gihandine me. Ji xeynî wê peyîzok, heyranok, çêrok hwd hene. Botan, deryaya dîrok, çand, huner, wêje û evîniyê ye…

S.ESEN: Ji bo ku dewlemendiya Botanê çêtir derbikeve holê, pêwîst e ku serî de kesên Botî li dîroka xwe xwedî derkevin. Belê Bijîşkê Ezîz, pirsa dawîn: tu derheqê mûzîka kurdî ya aniha de çi dibêjî? Çawa dinirxînî?

DILJEN RONÎ: Mûzîka kurdî heya îro di bin bandora gelek tiştan de maye. Gelek astengî hene. Lêbelê ji bo çand û hunera kurdî dîsa jî em ber xwe didin û em ê ber xwe bidin. Gerek e ku hunermendên kurdan bibin yek û wek akademiyekê de an jî wek komaleyekê de bi hev re bicivin, kom bibin û ji bo hunera kurdî biaxivin û bixebitin. Ji ber ku, hunermendên kurda her yekî hêja ye. Ji bo pêşveçûyîna mûzîkê jî xebat pêwist e, yekitî pêwîst e ku heta mirov bikaribe muzîka kurdî bigihijîne asteke mezin.

S.ESEN: Em spas dikin, ji bo bersivên te yên berketî…

DILJEN RONÎ: Ez jî spas dikim û ji bo xebatên we serkeftinê dixwazim.