Diljen Ronî: Em ji dewlemendiya çand û hunera xwe ne agahdarin

Diljen Ronî: Em ji dewlemendiya çand û hunera xwe ne agahdarin

HAWAR NET/ Mihemed ZERAX/ DILJEN RONÎ

-HAWAR NET: Tu dikarî derbarê destpêkirina xwe ya bi muzîkê bikî?

Diljen Ronî: Belê. Zarokatîya xwe min dest mûzîk ê kir. Ez 12 – 13 salî bum. Tembur gelek bala min dikişand û destpêkê de ez ferî tembur ê bum. Wek hun jî dizanin şert û mercên xeter yê sala 1990 ê em mecburî koçê kirin û me ji cizîrê barkir û em çun amed ê. min xwendina lîseyê amed ê qutakir. li salên amed ê ji bo min salên girîng bu û min ji dev zarokatiya xwe berdabu û bi dest jîyanek nu kiribu. di salekede ez pir mezin bibum û haya min jê tine bu. li amed ê demekî li navenda çanda mezopotamya min perwerda temburê stand. di sala 1998 de ji bo perwerda bilind ez çum Wan ê. li zanîngeha yuzuncu yil ê min perwerda tib ê dît û ez wek bijîjk ji zanîngehê mezun bum. Ev şeş heft salê li wan ê taybetî li ser jîyana min a muzîkê gelek bi tesîr bu. hestên wek tinêtî , evîn, bêrî, jan di jîyana min de bi awayek hunandî peyda bun. di muzîka min de jî hun dikarin van hêmeyan bibînin. wexta hestên cuda û xerîp bi mirovan re peyda dibin, mirov dixwaze bi şêweyekî bîne ziman. min jî carna rahişt temburê û bi têlê wê bi dilê xwe ve girêda û kir pir ji hestên xwere.

bi nihek komên zanîngehê re xebatê xweyê mûzîkê bi awayê profesyonelî berdewam kir û min helbest çêkirin û ferî gîtar ê bum. Beriya 7 mehan jî Anadolu mûzîkê albuma min a yekem ya bi navê “Çend Gotinên Evîne…” derket Derhêner û aranjoriya wê Seyîthan KIZIL çekir. Ji xeynî wê jî ji hin kurtefilm û belgefliman re mûzîk çekir. Hêjî xebatên min yê mûzîkê berdewam dike. bi rêya we ez diwazim mizgînîyeke bidim ku ez niha klîbek ji bo stranek ya albuma xwe çêdikim. Demeke nêz de ev klîp wê li ser ekranan be.

-HAWAR NET: Em dizanîn hûn ji malbata Bedirxanî ne, wek tê zanîn ew malbat dîroka Kurdan de cihek girîng girtîye,gelo li ser te û ser muzîka bandora vê yekê çawa ye û çiqas e?

Diljen Ronî: Malbata Bedirxaniyan dîroka kurdan de çihê wan pir giring e û dema mirov rupelên dîroka kurda dinêre gelek çaran ji bo çand û wêja ya kurdî xebatên bê bedel û xebatên teybet dibîne. Ji ber ku ez jî vê malbatê me ez pir serbilind im. Lê belê tenê mirov ji vê malbatê be ne bese, malbata Bedirxaniyan hemu kurdan re rêya çand û wêje ya kurdî û zanyariyê vekiriye. Pewîste ku em berdewam bikin, pewîste em xebatên cuda ji bo kurdan bikin. Bi vî awayî û zanyariyê min xwest ku ez albumek ya mûzîk ê çekim û ev album cuda be û kedek bide muzîk a kurdî.

-HAWAR NET: Bi qasê ku em dizanin zarokîtiya te li Cizirê derbas bûye, ew zarokî ji teqabûlê salên 91- 95 a dibe tu dikarî bi çavê zarokek ku piştre bûye hunermend wan salan ji me re parve bikin?

Diljen Ronî: Zaroktiya min Cizir ê derbast bu. Mixabin salên pir xirap bu ji bo rihnasiya zarokan. Ji ber vê yekê jî zaroktiya me wek zarokên normal ne çêbu. Çarna şer hebu, çarna şahî. Lê belê şahî jî li pê fîşekan çêdibu. Niha ez difikirim ku ji berê de gelek nexweşî me derbast kiriye. Belkî ew bu sedemek rêya min ket aliyê hunerê… Ez tenê dikarim vê bêjim. Ji bo zaroke kêk biçuk re ew jîyan pir zêde û giran bu.

-HAWAR NET: Niha ji tu lı Cizîre bikîşkîyê dikî, bijikî û hunermendî bi hev re çawa dimeşe? Rojeke ji rezê ya we çawa derbas dibe?

Diljen Ronî: Gelek baş dimeşe. Ji ber ku hem mûzîk hem jî bijijkî jîyan a min de heye.

-HAWAR NET: Di hevpeyvînekê de te gotîye ; “Pêk anina albuma min de hinek kesên li ser navê hunermendî pey ranta dikeve rastî min hat”. Gor we di nav hunermedên Kurd de kesên wisa çiqas cih digire û zerara wa çiqas bi muzika kurdi heye?

Diljen Ronî: Belê kesên min gotî ew kes hunera kurda gelek erzan difiroşin û divên xeynî wan tu kes karê mûzîk ê neke û ew tenê ji bo berjewendiyên xwe yên taybet hunera kurda wek deriyê rantê dibînin . Ew kes jî muzîka kurdî pêşve nabin, hê

çetîr ji bo aboriya xwe ya teybetî vê hunerê? dikin. Fikra min ewe ku çand, bi mejiyê aboriyê çêna be. Eger hun tenê ji bo aboriyê hunerê? çekîn yek; ev nabe huner ya didoyan jî hun çand a kurdî xiradikin û paşve dibin. Gerek mirovek hunermend ji kala pêşî pêşketina hunera kurdî bifikire û dema mirov helbestekê jî çêke ne ji bo mirov bifiroşe gelek mirov hest û fikrên xwe bi newayên cuda û berhema da kar bîne. Mixabin kesen wisa hene û hêjî hunera kurdî ketil dikin ji bo berjewendiyên xwe yên erzan.

-HAWAR NET: “Çend gotinên ji evîna” rêwîtîya Diljen Ronî ya ber bi ku ye?

Diljen Ronî: rewîtiya jiyanek azad û bi rumet e. Ji bo evîniya azad, ji bo hestên azad…

-HAWAR NET: Tu dikarî hinek ser terza xwe ya muzîkê biaxifî? Tu cihê muzîka xwe di nav muzîka Kurdî di kîjan astê de dibînî?

Diljen Ronî: Terza min pop – caz e. Lê belê albumêde berhemên gelerî bi awayek modern min gotiye. Slow rock jî em dikarin bêjin.

-HAWAR NET: Di şikl girtina muzîka we de herî zêde tesîra çi ser te heye?

Diljen Ronî: Tesîra dengbêjen kurda û Ciwan HACO. Weke din jîyana min carna Cizir’ê, hin deman Amed’ê û hin deman jî Wan’ê derbast bu., lê belê ez dikarim bêjim dengbêjen herema botan tesîrek pir giring li ser mûzîk û hestên min kirine.

-HAWAR NET: Di albûmê de stranek enturmental heye. Tu dikarî hinek behsa vê stranê bikî?

Diljen Ronî: Min di xwest ku dilê xwe bi nawayên xemgîniye binim zimên. Ji berk û xemgînî jîyanê de gelek çaran rastî min hatiye. Kanî, zarokatîya min e, zarokatiya zarokênwelatê min e, hun jî dizanin li wî welatî zarokatî çikas zehmet û zor e. .

Jîyanek wek zarokên dê û bavê wan tune û mecburê jîyana li ser pîyê xwe mayine. Hestên min bi dilê zarokek bê kes e.

-HAWAR NET: Piraniya gotin û muzîkan aîdî te ye. Çavkaniya te ya hest û ruhî çiye.

Diljen Ronî: kanî ye.

-HAWAR NET: Di albûmê navê Hişyarê Botî jî balê dikşîne, ew kîye girêdaya navbera we çîye?

Diljen Ronî: Hişyarê BOTÎ hevalê min ê hêja ye. Ez tenê dikarim bêjîm ji bo Hişyarê BOTÎ, bê dengiya dilê min tîne zimên. Dema ez helbestên Hişyarê BOTÎ dixwînim ez kêmasiya laşê mirovan de tenê evîneke azad dibînim û dilê wî disincire. Ji ber ku ew gotinên xwe de diqêrîne yarê, diqêrîne jîyanê û dibê je “ Ne xwe û ne jî min ne xapîne… ji bo xudê..”

-HAWAR NET: Enstumana ku tu dikarî lêdî heye?

Diljen Ronî: Gîtar û tembur

-HAWAR NET: Li Gorî te sînorê muzîka Kurdî heye?

Diljen Ronî: na. çavkanîya muzîka kurdî erdingeha vî welatiye, serpêhatiyên vî welatiye û çand dîroka vi welatiye ji ber ve yekê em xwedî çavkanikek pir dewlemendin. ez bawerim pêkanîna van çavkaniya de wê tu car sînor nebin. Mûzîk a kurdî herdem pêşve diçe û ji bo mûzîk ê sînorê hestan tune ye

-HAWAR NET: Derbarê pêşketin û kêmasiyên salên dawî a di muzîka Kurdî de nêrînên çiye? Kurd di warên cûda pêşdikevin û gelek mafên xwe bidest dixin bandora vê yekê dê çawa be?

Diljen Ronî: wek hun jî dizanin muzîka kurdî xwedî çavkanîyek gelek dewlemende. hunermendên wek m. arif cizrawî, hesen cizrawî, meryemxan, ayşe şan, tehsin taha, mihemed şêxo, aram tigran, xerabetê xaco, şeroyê biro, şakîro û evdalê zeynikê bi sedan bi hezaran stran û klam tomar kirine. pêwiste em jî li vê xebatê xwedî derkevin û pêşvebibin. em dikarin va stranan

şîrove bikin û bi şêweyek cuda lê belê girêdayê rihê muzîka kurdî û bighînin guhdarvanên muzîka kurdî. li gorî min kêmasîya herî mezin em ji dewlemendiya çand u hunera xwe ne pir agahdarin.

-HAWAR NET: Li gorî te rola medyaya Kurdî ser pêşketina muzîka Kurdî divê çawa be?

Diljen Ronî: Ez hêvî dikim ku ne tenê mûzîk, şano, cînema, wêje, wêne di her warî de gerek medya ya kurdî weşanê bike û ji bo peşxistinê bernamên nasîna çand û wêja ya kurdî bi tevahî nîşan bide. Ji berk u mirovek bê çand be ew mirov di jîyanê de tune be. Di derbarê mûzîka kurdî de jî edî hem gelê kurd, hem jî çapemeniya kurda xwedî muzîkê derbikevin û hê çêtîr nasîna mûzîk a kurdî li hem û cîhanê bidin nasîn.

-HAWAR NET: Wek wek hunermendeke Kurd ji rêveberiyên herêmî ên Kurdan di warê hunerê kîjan gavan hêvî dikî?

Diljen Ronî: ez mirovek kurd im. Hêvîyek ya min heye ku her kurdek nu hatî li ser vê dinê, pêşiyê çand xwe re mezin bibe û jîyanek bi kurdî be. Ji ber vê yekê jî rêveberiyên heremî gerek gelek çaran çand a kurdî pêşkêşî gel bike û ji bo vê yekî jî xebatên çandî herî zêdetir bike û nîşanê hemu gelê kurd û cîhan ê bike.

-HAWAR NET: Wek tê zanîn her tim behsa bandora Ciwan Haco a li ser muzîka modern a Kurdî tê kirin? Tu vê yekê çawa dinirxînî?

Diljen Ronî: Ciwan HACO di mûzîk kurda ya modern de terzek cuda û nujen çêkiriye û pêşiya hunermendên ciwan vekiriye. Ew ji min re ekol e û ne tenê mûzîk a kurdî mûzîk a cihanê de jî yê wek Ciwan hêdî nayê…

-HAWAR NET: Em dixwazin pirsa xebatên we bikin, rojên pêşde çi projên we heye? Konser, albûm û hwd…

Diljen Ronî: Ez niha klîban çê dikim .20 ê tebaxê li Amed ê kurtekonserek heye û pêşarojê de wê konserê min berdewam bin.

-HAWAR NET: Bi helbest û wêjeya Kurdî têkîlîya te çawa ye?

Diljen Ronî: ez bawerim hemu cureyên hunerê bi hevre girêdayine. teybetî jî di navbeyna muzik û wêjeyê de pêwendiyek xurt heye. gelek caran mûzîsyenên kurd wek çavkanî helbestên kurdî ji xwere kar tînin. wek cigerxwîn, feqîyê teyran, melayê cizîrî. xebatên in ne te ne li ser muzîkê ne her wiha li ser çand û wêja ya kurdî jî xebatên min hene. malpera bedirxani.com min saz kir û ji bo xebatên vê malperê min gelekberhem û helbestên kurdî berhevkir û da weşandin.

-HAWAR NET: Tu dervey muzîka Kurdî kîjan hunermandan guhdarî dikî?

Diljen Ronî: System of a down, dreamtheater, sezen aksu, Bon Jovi, Bryan Adams

-HAWAR NET: Xewna te ya bextewariyê çiye?

Diljen Ronî: li ser erdingehek azad zarok bi serfirazî , bê tirs û bê guman zarokatiya xwe bijîn.

-HAWAR NET: Em wek HAWAR NET spasiya te dikin hevalê Diljen. Di dawiyê de dixwazî tiştek bêjî?

Diljen Ronî: Ez zor spas dikim ji bo vê hevpeyvînê û ez malpera we pîroz dikim. Dawiyê de ez dibêjim ji netewanre çand û huner xwedî rolek pir giring e. her netew bi çanda û hunera xwe heye. ji ber ku em xwediyê çand a xwe bibin û herdem ji bo pêşveçûna ziman û çand ê xebatê xwe berdewam bikin.