Çend Gotinên Evînê

Albüm Resimleri / Wêneyên Albûmê

Albüm Videoları Playlist / Vîdyoyên Albûmê

Şarkı Sözleri - Gotinên Stranan
Kurdî / Türkçe / English

Dixwazim gulkê bidim te

Hêlm û bêhna wê bê te

Reng û pelên wê cuda

Ji hemu gulan…

 

Evindar gul û qulîlkan

Jê dikin ji bo hezkirîyên xwe

Ji min re çi, ku nikarim

Vexwum ji şeraba lêvên te

 

Gotin û Muzîk : Diljen RONΠ

Navê keçikê Heyatê, şêrînê awirşewatê

Xulam çavên kilkirî, wî kirasê lixwekirî

Ew pora boyaxkirî, ez çûme oda banî

Eynik danî xemilî, ew jina mêrê xwe bû lo,

Agir berda vî dilî, agir berda vî dilî

 

Lêvên zer ê sorkirî, çavên reş ê kilkirî

Pora xwe boyax kirî, na welle hine kirî

Dinan wekî mircanan, ez çûme oda banî

Eynik danî xemilî, ew jina mêrê xwe bû lo,

Agir berda vî dilî, agir berda vî dilî

 

Gotin û Muzîk: Miradê KINÊ

 

Delalê yarê, bêdîn û bêîmanê

Delalê yarê, bêdîn û bêîmanê

Ma tu kor î nabînî rewşa min

Ma tu kerr î nakî dengê nalîna min

Ma tu lal î nikarî bêjî çend gotinên evînê

Ma tu lal î nikarî bêjî çend gotinên evînê

Çend gotinên evinê, çend gotinên evînê

Çend gotinên evinê, çend gotinên evînê

 

Delalê yarê, bêdîn û bêîmanê

Delalê yarê, bêdîn û bêîmanê

Ez ê bibim çav ji bo te, ku tu bibêjî erê

Ez ê bibim ziman ji bo te, ku tu bibêjî erê

Da tu bibêji ya dilê xwe, çend gotinên evînê

Da tu bibêji, ya dilê xwe, çend gotinên evînê

Da tu jî bibêjî, tu ji min hez dikî

Da tu jî bibêjî, tu ji min hez dikî

 

Gotin û Muzîk: Diljen RONÎ

Ne dengê pêlên behrê

Ne jî dengê martiyan

Ne dengê pêlên behrê

Ne jî dengê martiyan

Newaya dilê min e

Bixwîne bilbilo

Newaya dilê min e

Bixwîne bilbilo

 

Evîna dilê min e, bedew e li êşa min e

Tu kesî tu negotî, min got ev yara min e

 

Dema bêrî çûn bêriyê

Dema pale çûn zeviyê

Dema bêrî çûn bêriyê

Dema pale çûn zeviyê

Di sihara sibehê de

Ji çavên xwe bêje

Di sihara sibehê de

ji dilê xwe bêje

 

Evîna dilê min e, bedew e li êşa min e

Tu kesî tû negotî, min got ev yara min e

 

Gotin : Diljen RONÎ – Hişyarê BOTÎ

Muzîk : Diljen RONÎ

Te ez kuştim…

Te ez kuştim Nesrîn ê

Dilêm dixwaze te bibînê

Kulîlka sor û şînê

Te ez pîr kirim lê dînê

Te ez pîr kirim lê dînê

Dilêm dixwaze te bibînê

Kulîlka sor û şînê

Te ez pîr kirim lê dînê

 

Çavreşê…

Çavreşê dilgeşê

Ru wek stêrka bineqşê

Rojrengê çavreşê

Li ber mala me dimeşê

Li ber mala me dimeşê

Rojrengê çavreşê

Li ber mala me dimeşê

Li ber mala me dimeşê

 

Gotin: DîlberHaco 

Muzîk: Ciwan Haco

 Ez ji wan gewran hez dikim

Lê esmerekê ez quştime

Ketime derdê evîniyê

Kesek nabêje çima

 

Awirên esmeran har in

Wek derbên şûr û riman

Ez giham heta nihakê

Kesek min re ne giha

 

Ez ji wan gewran hez dikim

Lê esmerekê ez quştime

Ketime derdê evîniyê

Kesek nabêje çima

 

Jê re bêje vî derdî lê

Dil girtiye naberdê

Kî nazik e li van deran

Ji bo xatirê te ez hatime

 

Ez ji wan gewran hez dikim

Lê esmerekê ez quştime

Ketime derdê evîniyê

Kesek nabêje çima

 

Gotin û Muzîk: Miradê KINÊ

 

Were çavxezala min, rêya dilê min ji te re vekirî ye

Were çavxezala min, rêya dilê min ji te re vekirî ye

Tu lê bibe mêvan, li cihê ku min ji bo te veqetandiye

Tu lê bibe mêvan, li cihê ku min ji bo te veqetandiye

 

Na na tu ku derê bixwazî, na na tu ku derê bixwazî

Ji ber ku ev tev ji bo te ye, ji bo te ye

Ji ber ku ev tev ji bo te ye, ji bo te ye

 

Bes hestên xwe bişidîne, hestên xwe azad bike

Bes hestên xwe bişidîne, hestên xwe azad bike

Bila bikeve nava dilê xemgîn, dilê xemgîn

Bila bikeve nava dilê xemgîn, dilê xemgîn

 

Na na tu ku derê bixwazî, na na tu ku derê bixwazî

Ew der ji bo te veqetandî ye, veqetandî ye cana min

Ew der ji bo te veqetandî ye, veqetandî ye cana min

 

Ez serweş im… Ez kêfxweş im…

Bêguman im, sermest im

Kerr im kor im lal im

 

Gotin : Hişyarê BOTÎ

Muzîk : Diljen RONÎ

Muzîk: Diljen RONÎ – Seyithan KIZIL

Keçê ez aşiq im keçê ez birîndar im

Keçê ez aşiq im keçê ez birîndar im

Singê xwe veke bêhna rihanan

Bide rûyê min

 

Keçê de were min dîn neke

Keçê de were min dîn neke

Keçê ez nexweş im bi dîtina te kêfxweş im

Dilê xwe veke

 

Dilê min tenê ye hewcê dîtina te ye

Dilê min tenê ye hewcê dîtina te ye

Çavên min girtî ne hewcê şewqa te ne

Keçê de were

 

Keçê ez aşiq im keçê ez birîndar im

Keçê ez aşiq im keçê ez birîndar im

Singê xwe veke bêhna rihanan

Bide rûyê min

 

Keçê de were ……

Min dîn neke .……

Keçê de were ……

Dilê xwe veke …….

 

Gotin û Muzîk : Diljen RONÎ

 

Narînê hey narîn, hey narîn, hey narîn

Narînê hey narîn delalîn

Narînê hey narîn, hey narîn, hey narîn

Narînê hey narîn, delalîn

 

Ez û tu hevalin hey narîn, hey narîn

Ez û tu hevalin delalîn

Narîna çîyayî hey narîn hey narîn

Narîna çîyayî delalîn

 

Narînê hey narîn, hey narîn, hey narîn

Narînê hey narîn delalîn

Narînê hey narîn, hey narîn, hey narîn

Narînê hey narîn, delalîn

 

Buka me we nake, hey narîn hey narîn

Buka me we nake delalîn,

Malbatê ji bîr nake hey narîn hey narîn

Malbatê ji bîr nake delalîn

 

Narînê hey narîn, hey narîn, hey narîn

Narînê hey narîn delalîn

Narînê hey narîn, hey narîn, hey narîn

Narînê hey narîn, delalîn

 

Gotin û Muzîk : Gelêrî

Herêm : Botan