Çile – Klasîkên Kurdî

Albüm Resimleri / Wêneyên Albûmê

Albüm Videoları Playlist / Vîdyoyên Albûmê

Şarkı Sözleri - Gotinên Stranan
Kurdî / Türkçe / English

Dilkuştiyê awirên çavên wê
Dîl girtiyê reşmûyên çavên wê
Nam şêrîn tam şêrîn dêm şêrîn

Yarê ez kuştim li min nabe êvar
Derman çi ye kes nizane bes yar
Rengê rû tarî mû rinde rû


Min dil daye bihayên du sêvan
Min can daye bihayên du lêvan
Dev li ken, lêv û çen, xweş beden

 

Söz / Gotin : Cîgerxwîn Müzik / Muzîk: Mihemed Şêxo

Dîlberam dîlber ez ya te me
Zehf nefikire dildarê te me
Ez ne xerîbim pismamê te me
Ne dûr û nêzik cîranê te me

Bibêjî nebêjî mêvanê te me

Dîlberam Dîlber çûye ber avê

Kinc mincan şuştî raxist ber tavê

Ramûsanek jibo xêra dê û bavê

Dîlberam Dîlber ez ya te me

Zehf nefikire dildarê te me

Söz – Müzik / Gotin û muzîk: Aram Tîgran

Te ez kalkirim bi ciwanî

Lê ez xort bûm tu baş zanî

Pelê dara min te weşand

Bihar çû, te payîz anî

 

Hêviya min nema di jînê de

Bêkes mame vê dinê de

Gula dilê min çilmisî

Qet şîn nabe ji îro pêde

 

Ka tu biner li halê min

Te çi aniye li serê min

Birînê zor daye ser min

Mirin gelek nêzîk bû li min

 

Birîn kûre cebar nabe

Bi dermanan rihet nabe

Heyfa min tê li wê heyfê

Ku li mirinê çare nabe

 

Gotin û muzîk: Aram Tîgran

Ay dil ay dil dilo lo  

Te digot çi min digot wilo

Wext derbas bû weke doh  
Heya ez heliyam lo

 

Ay dil dilê xortanî  
Gelek tiştê xweş dianî  
Min digot qey tu bi zimanî  
Lê Kurmancî nizanî  

 

Ay dil ay dil dilê geş  
Te dît gelek tiştên xweş  
Te yek dikir sed û şeş  
Xerakir kezeba reş  

 

Ay dil ay dil dilo lo  
Te digot çi min digot wilo lo  
Wext derbas bû weke doh  
Heya ez heliyam lo  

Söz- Müzik / Gotin û muzîk: Aram Tîgran

Were were Gulîzarê
Sifet wek heyva biharê
Rû wek kulîlka hinarê
Were ji min re tu xweş yarê

Gulîzara min tu delal î
Tu delal î tu xweş heval î
Binêr li min û vî halî
Hêstir ji çavên min tên xwarê

Gulîzaram tu xweş xatûn
Aşiq bûn wek Leyla û Mecnûn
Hela were dîlber li min rûn
Ji sibê heta êvarê

Söz ve Müzik / Gotin û muzîk: Mihemed Şêxo

Dilo ez bimrim dilo hawar li vê biharê
Li vê biharê dilo hawar li vê biharê
Mirin pir xweş e dilo hawar li milkê bavê
Li milkê bavê dilo hawar li milkê bavê
Hêsir li çavê min xweş in û neş in weke baranê
Weke baranê dilo hawar weke baranê
Tirba min çêkin dilo hawar li milkê bavê
Li milkê bavê dilo hawar li milkê bavê

Dilo ez bimrim dilo hawar li vê payîzê
Li vê payîzê dilo hawar li vê payîzê
Kurdo werin bi hev bigrin em bigrin lezê
Em bigrin lezê dilo hawar em bigrin lezê
Mirin pir xweş e dilo hawar bi merd û cezê
Bi merd û cezê dilo hawar bi merd û cezê
Tirba min çêkin dilo hawar li milkê bavê
Li milkê bavê dilo hawar li milkê bavê

 Söz- Müzik / Gotin û muzîk: Anonim / Gelêrî

Dayê, dayê, dayê
Bêkesa min wayê
Felek qeymîs biyo
Şiya herbi şiyayê
Ezo çi rijiyayê


Dersîm ver ra sono
Welat Mamekiye
Dayê qesey bike
To çi diya çi nediye
Çi ra herediye


Vana hiris û heştra
Tepiya vesaniya
Lacem çi pers kena
A ke ma diya kes nediya
Omrê mi qediya

 

Gotîn û muzîk: Gelêrî Herem: Dersîm