Albüm Resimleri / Wêneyên Albûmê
Albüm Videoları Playlist / Vîdyoyên Albûmê
Şarkı Sözleri - Gotinên Stranan
Kurdî / Türkçe / English
Min dixwest ku rengek ji jîyanê
Ev çend sal e baran tenê dibare
Ne dilxweşî, ne rukenî
Xemgînî ye para min
Bîraninên min bixubar in
Li ser nameyên dilê te
Evîn, xilas bû di jîyana min de
Hêvî, wenda bû di pêşiya min de
Roj ava bû, di welatê min de
Xewn e ! derbas bû di ber çavê min de
Destê xwe dayîne li ser dilê min
Wê demê tu yê bibînî halê min
Pelên daristanên min darijîn
Ji ber gotinên te yên dawî
Tiştek nemaye para min
Ji xeynî navê te…
Gotin û muzîk : Diljen RONÎ
Baran dibariya
Mijankên te gul vedikir
Destê te destê te bêhna axê
Min dixwest li cem te bimînim
Min dixwest min dixwest
Serê te deyinim çokê xwe
Destê xwe bidim destê te
Serî rakim ji mirinê
Baran dibariya
Kenê te dibû bihar
Çavê te çavê te derya evînê
Min dixwest li cem te bimînim
Min dixwest
Serê te deyinim çokê xwe
Destê xwe bidim destê te
Serî rakim ji mirinê
Gotin: Müslüm ASLAN
Muzîk : Diljen Ronî – Müslüm ASLAN
Çi bêjim ez çi bêjim tev de tu yî
Me’na hemû peyvan, kêm zêde tu yî
Ketim deryayê ku cewher bibînim
Hemû cewherê’ ku min dîtin tu yî
Her ew ku aşiq e ji can natirse
Aşiq ji zencîr û zîndan natirse
Dilê aşiq weke gurê birçî ye
Ku ew ji heyheya şivan natirse
Gotin : Baba Tahirê URYAN
Muzîk : Diljen RONÎ
Sar e, ez dicemidim
Sar e, ez dicemidim
Laşê min, di sermaya te de diricifî
Hestên min, di xweliya te de dişewitîn
Li ber deriyê dilê te me
Ev çend sal in, ez bûm kale
Ev dil, ev dil
Lê hê dimîne, lê hê dimîne
Heta tu bêyî, wê bimîne
Xewn e! lê dîsa dibînim
Netirse! ez ne dîn im
Lêvên min, ji ber hilma te diqelişîn
Peyvên min, di gewriya min de dixeniqîn
Li ber deriyê dilê te me
Ev çend sal in, ez bûm kale
Ev dil, ev dil
Lê hê dimîne, lê hê dimîne
Heta tu bêyî, wê bimîne
Gotin û muzîk : Diljen RONÎ
Were were esmerxan
Were were stumercan
Ez ê te birevînim
Bibim Cizîra Botan
Navê te esmerxan e
Hem gul e hem rihan e
Kêfa dilê lawan e,
Kêfa dilê xortan e
Gotin û muzîk : Gelêrî
Herem : Cizîra Botan
Hişê min ji serê min bir
Evîna te yî delal
Ziwa bu ava derya
Xewa min dibe zindan
Ku dengê te nayê
Nayê nayê sebra min
Ku dengê te nayê nayê nayê sebra min
Tim dibim êvar dibim zivistan
Yar tunebûna te
Mirina hezar caran
Stuxwar dike
Xemgînî û bijan
Ku dengê te nayê
Nayê nayê sebra min
Ku dengê te nayê nayê nayê sebra min
Tim dibim êvar dibim zivistan
Gotin : Müslüm ASLAN
Mûzîk: Diljen RONÎ – Müslüm ASLAN
Esmera min çendî ciwan e
Dinalim çendî ciwan e
Weke gul û rihan e
Dilo dilo cana min
Weke gul û rihan e
Were were cana min
Tu yî can û tu yî jîn
Tu yî wek gula nesrîn
Tu yî buhara rengîn
Dilo dilo cana min
Tu yî buhara rengîn
Were were cana min
Mala min li cem mala te
Çavê min li dîtina te
Ev bûn çend sal li hêviya te
Dilo dilo cana min
Ev bûn çend sal li hêviya te
Were were cana min
Gotin û muzîk : Gelêrî
Dîlberê îro seher
Avête cergê min du dox
Yek li sîne yek li dil da
Lew ji min tên ax û ox
Ah û oxên min ji dil tên
Lê ji ber tîra qizil tên
Yan ji kovanên di kul tên
Jê dizêt her xwîn û zox
Xwîn ji dil co co rewan tê
Wek ‘eqîq û erxewan tê
Lê ji dest selwa ciwan tê
Ew şepala şeng û şox e
Ew şepala şox û şeng e
Helbest : Melayê CIZÎRÎ
Muzîk : Diljen RONÎ
Min li ku hişt ku lê vegerim
Hêre bikim dê bi ser ve bim
Li wî gundî li wê navçeyê li vî bajarî?
Zarokek bûm ez jî
Wekî her zarokî, fêkiyê rojekê
ji dara dêya xwe
Ketim erdê ez jî
Çawakî her fêkî bikeve ji darê
Ez jî ketim rojekê:
Berî ku bikeve erdê Oxirê Qoserî!
Gotin : Arjen ARÎ
Muzîk : Diljen RONÎ
Te ji min çî ye, te ji min çî ye
Selîmo leylo, Razîmo leylo te ji min çî ye
Guharê yarê muhrî ye
Selîmo leylo, Razîmo leylo te ji min çî ye
Meskenê yarê çarşî ye
Selîmo leylo, Razîmo leylo te ji min çî ye
Te ji min vebe, te ji min vebe
Selîmo leylo, Razîmo leylo te ji min vebe
Guharê yarê levleb e
Selîmo leylo, Razîmo leylo te ji min vebe
Meskenê yarê Haleb e
Selîmo leylo, Razîmo leylo te ji min vebe
Li eywanê, li eywanê
Selîmo leylo, Razîmo leylo li eywanê
Rijî berda kesrevanê
Selîmo leylo, Razîmo leylo li eywanê
Min ramustî te ciwanê
Selîmo leylo, Razîmo leylo li eywanê
Gotin û muzîk : Gelêrî
Herem : Cizîra Botan
Lê esmerê, lêvsorê, nazîkê, îro xwe ne xapîne
Por reş û rû spî û wek stêrkên havînan
Û di tenêtiya şevê de, bi xemla xwe
Ka were, lê were ka were, lê were
Destê min bigire û bernede û bernede
Ez evîndarê te
Lê tu dibêjî; Ez nikarim!
Lê lê lê dîlberê, ez aşiq bûm lê esmerê
Ka bêje tu çima nayê! ez li heviya te me li vê êvarê
Û di tenêtiya şevê de,
Ez hatim bi teafa xala gerdena te yarê,
Ka were, lê were ka were, lê were
Destê min bigire û bernede û bernede
Ez evîndarê te
Lê tu dibêjî; Ez nikarim!
Gotin û muzîk : Diljen RONÎ