Ji Diljen Ronî ‘Du Demsal’
Ji Diljen Ronî ‘Du Demsal’
Diljen Ronî, bi albûma xwe ya solo ya duyem ‘Du Demsal’ ku ji aliyê Anadolu Muzîkê ve derdikeve û digihe ber destên muzîkhezan.
Vê albûmê hem cih daye newayên muzîka klasîk a Kurdî û şêweyên weke muzîka etnîk, slov rock, caz, reggae hem jî bi şêwazek û dengekî cuda derdikeve ser dika ecibandina guhdêran. Taybetmendiyeke herî mezin a vê albûmê ku hîmê wê li ser berfirehbûn û dewlemendiya berhemên di vê albûmê de ne. Weke mînak vê albûmê cih daye helbesta “Dîlberê Îro Seher” a şairê nemir Melayê Cizîrî ku serkêşê wêjeya klasîk a kurdî ye û herwiha Fîlozofê Alman Goethe ew wisa daye nasandin, “Herin evînê ji wî bipirsin”. Vê albûmê cih daye helbesta “Tu yî” ya Baba Tahirê Uryan ku ew serkêşekî hêrî hêja yê wêjaya klasîk a Kurdî ya nivîskî ye û herwiha wî bi saya nêrîna xwe ya fîlozofî, îmge, têgihiştina xwe ya kûr a bêsînor a li ser xwezayê gelek bandor li ser şa’iren weke Omer Heyyam, Yûnis Emre, Mevlana Celaleddinê Rumî, Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî û Ehmedê Xaniyê ku di pey wî re hatine, hiştiye. Wekî din vê albûmê cih daye helbesta “Berî Her Zarokî” ya Arjen Ariyê ku ew şa’irekî hosta yê wêjaya kurdî yê dema dawî ye. Û ev helbest 21 ê Sermawêza sala 2004 an li ser Uğur Kaymazê duwazdeh salî ku bi sezdeh beran li navçeya Qosera Mêrdînê bi bavê xwe re hatibû kuştin hatiye nivîsandin. Ev albûm şîfreyên peyvên evînê yên şairên Kurd ên berê û yên niha li newayan bar dike û bi hîmê xwe yê nûjen û şêwaza cuda balê dikîşîne ser xwe. Hunermend gelek helbestên di vê albûmê de wî bi xwe afirandine û hunera xwe ya li ser nivîsandina helbestan jî pêşkêşî me dike ku herwisa wî şêweya regae jî di muzîka kurdî de ceribandiye. Derheneriya albûmê, bi taybetî aranjoriya berhemên rock û reggae muzîkjenê navdar Ayhan Orhuntaş û Seyithan Kizil ê ku di albûma yekem de jî îmzeya wî hebû kiriye. Bergsazî û grafîka dîtbarî ya albûmê jî wênekêşa fransî Julie Bardoux kiriye.Albûma bi navê “Du Demsal” bi îmzeya Anadolû Muzîkê derketiye.
DÎHA/AMED