Albûma Xewna Derew a Diljen Ronî belav bû

BasNews –  Hunermendê kurd Diljen Ronî albuma çarem a bi navê Xewna Derew belav kir.

Hunermend Diljen Ronî ji ser tora medyaya civakî ji ser rûpela xwe ya twîtterê belav kiriye ku wî albûma wî ya Xewna derew derketiye û hezkiriyên muzîkê dikarin ji ser qenalên înternetê (Spotify, Itunes, Youtube) li albûma wî guhdar bikin.

Di albuma bi nave Xewna Derew de de 9 stran cî digirin. 2 stran cover in, yên din besteyên hunermend bi xwe ne. Gotinên 4 stranan wî ne herwiha Muslum Aslan jî bo albûmê 3 gotinên stranan nivîsîne.